Swêd: Dagirkirina Efrînê her dem di rojeva me de ye

Wezîra Karê Derve ya Swêdê Ann Linde ragihand ku, ew ê dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê di hevdîtin û li qada navneteweyî her dem bixin rojevê.

Berdevkê Polîtîka Derve ya Swêdê Markûs Wîechel 1’ê Sibatê pêşniyarek pêşkêşî parlamentê kiribû, xwestibû ku sûcên dewleta Tirk li Efrînê yên dijî mirovahiyê bikeve rojeva NY û ji bo hesabxwestina van sûcan bikeve nava hewldanan.

Wezîra Karê Derve ya Swêdê Ann Lînde bersiva pêşniyara Wîechel da ku êrîşên li ser Efrînê bi têrkerî neketiye rojevê û dagirkirina wê her dem di nav planên wan de ye.

Ann diyar kir ku Komîsyona Lêkolîna Sûriyê ya NY, sûcên şer û binpêkirina mafên mirovan ên dewleta Tirk li Efrînê ji nêz ve dişopîne.

Wezîra Swêdî bi bîr xist ku piştî dagirkirina Efrînê, Swêd firotina çekan a ji bo Tirkiyê rawestand.

Back to top button