Federasiyona Zindaniyên Siyasî û koma Karwanê Gel daxuyaniyên şermezariyê dan

Federasyona Zindaniyên Siyasî û koma “Karwanê Gel” ên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyên cuda, êrîşên dewleta Tirk li ser herêma Garê bi tundî şermezar kirin.

Federasyona Zindaniyên Siyasî bi daxuuyaniyekê êrişa dewleta Tirk bi tundî şermezar kir û bang li hikûmeta Başûr kir ku bi awayekî lezgîn helwesta xwe nîşan bide.

Her wiha Koma bi navê “Karwanê Gel” jî, bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe nîşan da û anî ziman ku her alî yan hêzeke ku rewayetiyê bide van êrîşan, ew hevalbend û alîkarê dewleta Tirk e.

Tê zanîn, “Karwanê Gel” ji endam, kadro û pêşmergeyên Partî Gel pêk tê.

Partî Gel jî piştî raperîna sala 1991’yan ji aliyê komeke ku ji PDK’ê veqetiyabû, hatibû avakirin.

Back to top button