PKK: Emê Garê ji dagirker û xulamên wan re bikin goristan

Komîteya Rêveber a PKK’ê derbarê salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de diyar kir ku, 22 sal in komplo bi rengê sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê dewam dike û got, “Dewleta Tirk a qirker ku dixwaze hebûna Kurdên azad tune bike, herî zêde ji DYE’yê û sîstema modernîteya kapîtalîst piştgiriyê werdigire.”
PKK’ê destnîşan kir hêzên komploger bi êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê salvegera 22’an a komploya 15’ê Sibatê pêşwazî dikin û bang li jin, ciwan û gel kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dakevin qadan û piştgiriyê bidin berxwedana gerîla.

Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê û êrîşa dawî ya li ser Garê daxuayaniyek da.

PKK’ê di daxuyaniya xwe de dazanîn ku ev 22 sale komplo bi pêşengtiya Amerîka û bi destê dewleta Tirk, bi perga êşkence û tecrîda Îmraliyê ve didome.

PKK’ê dazanîn ku dewleta Tirk bi komployê dixwaze hebûna Kurdên azad ji holê rake û bi navê Kurd û Kurdistanê tiştek nehêle.

PKK’Ê bang li DYE û hêzên din ên hevparê komploya navneteweyî kir, destê xwe ji xwîna Kurdan vekişînin û êdî piştgiriyê nedin êrişên mêtingerî-qirkeriyê yên faşîzma AKP-MHP’ê.

PKK’ê derbarê êrîşa li ser garê jî ev nirxandin kir:

“Dema serokwezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulîsî Akar serdana Iraq û PDK’ê kir ev plan hate kirin.

Ji xwe nepêkane ku bêyî pejirandin û piştgiriya rêveberiyên Iraqê û PDK’ê, dewleta Tirk li herêma Garê ya bi 70 kîlometreyî dûrî sînorê dewleta Tirk e êrişê pêk bîne.

Hêzên komploger dixwazin dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê berfireh û belav bikin.”

PKK’ê berxwedana gerîla ya Zap, Xakûrkê û Heftanînê bi bîrxist û dazanîn ku çawa gerîla li van deverên navborî derbên mezin li dagirkeran xist, wê li Garê jî ji dagirkeran re bike goristan.

PKK’ê diyar kir ku di serî de gelê me yê Amediyê, gelê me yê Başûrê Kurdistanê çawa ku li dijî operasyonên li Zap û Heftanînê li ber xwe da, wê li dijî êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê jî rabe ser piyan.

Komîteya Rêveber a PKK’ê bang li jin, ciwan û gelê kurdistanê kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dakevin qadan û piştgiriyê bidin berxwedana gerîla.

Back to top button