Greva birçîbûnê li girtîgehên Tirkiyê ket roja 78’an

Li dijî tecrîda li Îmraliyê greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyê ket roja 78’an, çalakiyên piştgiriyê yên li Mexmûr û Yewnanistanê jî didomin.
Bi nêzîkbûna salvegera 22’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, daxwaza gelan ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan mezin dibe.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 16’emîn dewr girtiye di roja 78’emîn de didome.

Grevên li Mexmûr û Yewnanistanê dewam in

Li Kampa Penaberan a şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê jî, jinan di 18’ê Kanûna 2020’an de li dijî tecrîdkirina Rêber APo greva birçîbûnê da destpêkirin.

Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 57’emîn de didome.

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimîn jî bi heman armancê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.

Ev grev di roja 40’emîn de didome.

Bi nêzîkbûna salvegera 22’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, daxwaza gelan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mezin dibe.

Ji bo azadiya Rêber Apo, li Başûrê Kurdistanê 1250 îmze hatin komkirin

Komîteya ‘Azadî ji Ocalan’ re ya ji rewşenbîrên Ereb pêk tê, 1’ê Mijdara 2020’an de ji bo Azadiya rêber Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin.

Çav li rêye u kampanya bi 15’ê Sibatê roja Komploya Navnetewî ya dijî rêber Ocalan re bi encam bibe.

Komîteyê 8 hezar Îmze hedef kiribû. Armanca diyarkirina 8 hezar îmze, beramber 8 hezar rojên Rêber Ocalan li zîndana Îmraliyê de tê.

Di çarçoveya kampanyayê de hezar îmze ji bo Başûrê Kurdistanê weke hedef hatibû diyarkirin, lê zêdeyî hezar û 250 îmze hatine komkirin.

Hat destnîşankirin ku li herêma Şarezûr, Raperîn,Germiyan, Kerkûk, Silêmanî û Hewlêrê hatine komkirin.

Li gorî agahiyên ku ji Komîteya ‘Azadî ji Ocalan re’ ya rewşenbîrên Ereb daye, wê îmzeyên hatine berhevkirin pêşkêşê Sekreteriya Giştî ya NY, Komîseriya YE û Komîseriya Yekîtiya Afrîka û Sekreterya Giştî ya Komkara Erebî bikin.

Li 3 rojnameyên Îngiliz banga “Azadî ji Abdullah Ocalan re”

Li Brîtanyayê jî kampanya “Azadî ji Abdullah Ocalan re” ku ji aliyê sendîkayên 6 milyon karkerên rêxistinbûyî ve tê meşandin, dewam dike.

Kampanya bi piştgiriya Meclîsa Gel a Brîtanyayê bi rêbazên nû di rojevê de ye.

Li rojnameyên Saffron Walden Reporter, Înlîngton û Hackney Gazette, ku li Îngilistanê tên weşandin, banga ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate weşandin

Hevserokên Meclîsa Gel a Kurd Elîf Sarican û Ercan Akbal diyar kirin ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bênavber bixebitin.

Rêxistina Çep a Têkoşer a Alman tevlî pêngava ‘Dema wê ye’ bû

Her wiha Kampanya “Dema wê ye: Azadî ji Abdullah Ocalan re” ku 11’ê Çileyê bi pêşengiya saziyên Efrîkaya Başûr dest pê kir, bi tevlîbûna nû dewam dike.

Rêxistina Çep a Têkoşer ku li 33 bajarên Almanyayê rêxistinbûyî ye, diyar kir ku ew jî tevlî pêngava ‘Dema wê ye’ bû.

Rêxistina Çep a Têkoşer bang li hikûmeta Almanyayê kir ku piştgiriya ji bo dewleta Tirk bi dawî bike û xwest ku polîtîkaya qedexeyê ya li dijî PKK’ê bê bidawîkirin.

Back to top button