Girtiyên PKK û PAJK’ê: Heta Rêbertiya me azad bibe têkoşîna me wê domdar be

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê diyar kirin ku ew qanûna înfazê nasnakin û dan zanîn heta azadiya Rêber Apo pêk were ew ê berxwedana xwe dewam bikin.
HDP’ê jî bang li rayedarên dewleta Tirk kir ku qanûna înfazê rawestîne û tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bikin.

Dewleta Tirk a dagireker ji bo tecrîdê kûrtir bike û siyasetmedarên kurd hîn zêdetir di girtîgehan de bihêle, guhertin di qanûna înfazê ya girtîgehan de çêkir.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku ev 78 rojin li dijî tecrîdê di gireva birçîbûnê de ne derbarê tecrîd û gûhertina qanûnê de daxuyaniyek da.

Girtiyên PKK’yî û PAJK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku hêzên komploger komplo nûjenkirine di şexsê Rêber Apo de dixwazin kurdan hemû qir bikin.

Gitiyên Azadiyê gotin:

Desthilata AKP-MHP’ê di ser malbatên me re ji bo ku berxwedana me bişkînin xwe li polîtîkayên şerê taybet digire.

Diçin cem gelek malbatên girtiyan, dixwazin ku bi derewan wan bikişînin aliyên xwe.

Xwedêgiravî bi zorê em ketine çalakiyê û ji bo ku em dawî li çalakiyê bînin ji wan xwestine ku bang bikin.

Em girtiyên PKK’yî û PAJK’î diyar dikin em ê li dora Rêber Apo kom bibin û heta ku azadiya fizîkî bi cih were em ê têbikoşin.”

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê derbarê qanûna nû ya înfazê jî diyar kirin ku ev qanûn li dijî wan hatiye derxistin, ew vê qanûnê qebûl nakin.

Partiya Demokratîk a Gelan-HDP: Divê dadgeha destûra bingehîn vê qanûnê betal bike

Partiya Demokratîk a Gelan- HDP jî ji bo betalkirina guhertina qanûna înfazê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.

Parlamenterên HDP’ê êlekên bi nivîsa “Edalet ji bo her kesî” li xwe kirin, li dijî biryarê daxuyanî da û xwest ku Dadgeha Destûra Bingehîn qanûna înfazê ya cihêkarî dixe nav girtiyan rawestîne û daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne were qebûl kirin.

Back to top button