Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li hember êrişan, seferberiya giştî ragihand û da zanîn ku ew amade ne piştgiriya berxwedana gerîla bikin. Şêniyên Qamişlo jî bang li PDK’ê kirin ku dest ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re berde.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi koordîneya PYD’ê, Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dêrikê çalakiya konvedanê li bajarokê Dêrikê li dar xist.
Piştî rêzgirtinê, kesên axivîn banga piştgiriya Hêzên Parastina Gel (HPG) kirin û gotin:
Êrişên hovane yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewamiya komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e.
Divê pêkhateyên herêmê û partiyên Kurd asta têkoşîna li dijî êrişên hovane mezin bikin.
Her weha hat-tekez kirin ku dê seferberiya wan heta bin-xistin û têkbirina faşîzma Tirk û tevahî planên wê berdewam bike.
Konê çalakiyê dê 3 rojan bidome.