BERXWEDANA LEYLA GUVEN BI BIRYARDARÎ DI ROJA 124’AN DE YE

Dirijtirîn berxwedna greva birçîbûnê di dîroka kurdistanê de bi moral û îsrarek mezin didome.
124 roj in berxwedana Leyla Guven li dar e.
Rewşa girtiyên di grevê de êdî derbasî qonaxek kirîtîk bû ye.
Girtiyan nameyek ji Şaxa Komeleya Mafê Mirovan ÎHD’ê re şandin û gotin li girtîgehan mafî Tendûristî û Hiqûqî tê binpêkirin.

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda Rêber Ocalan dest pê kiriye, di roja 124’emîn de ye.

Tevî tenduristiya Guven a xerab jî lê dîsa di dewama çalakiya xwe de bi israr e .

GIRTÎ 86 ROJ IN DI GREVÊ DE NE

Tevî çalakiya Leyla Guven Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de jî dewam dike .

Çalakiya koma girtiyên destpê kê ku 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 86 roj in didome.

1’ê Adarê jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin

3’ê Adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û 5 endamên HDP’ê ketin greva birçîbûnê a bêdem û bêdorveger.

8’ê Adarê de jî parlamenterê HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 parlemeterên din bûn.

8’ê Adarê polîsan dîsa bi ser avahiya HDP’ê de girtin û 7 çalakgerên di girevê de binçav kirin.

7 çalakgerên hatin binçavkirin, çalaiya xwe di bin çavan de dewam dikin.

DAYIKÊN AŞTIYÊ: BÊYÎ CAN WINDA BIBIN, DERIYÊ ÎMRALIYÊ VEKIN

Li aliyê din piştgirî û destekdayîna bi van çalakiyan re jî dewam dike.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, bal kişandin ser daxwaza girtî û siyasetmedarên ku li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan di greven birçibûnê de ne .

Dayikan xwest bêyî mirovên di grevê de jiyana xwe ji dest bidin bi lez daxwazên wan pêk bînin û tecrîdê bi dawî bikin.

RÊXISTINÊN SIVÎLÊN WANÊ BANG LI WEZARETA DADÊ KIRIN

26 Partiyên Siyasî û Rêxistinên Demokratîk û Sivîl yên Wanê bi daxuyaniyekê balkişandin ser daxwazên girtiyan û gotin:

Divê tecrida Ocalan bi dawî bibe. Divê dawî li vê bê hiqûqi û bê qanûnî were.

Rewşa hin girtiyên ku ketine grevê êdî xer dibe.

Tenduristiya wan hatiye asta krîtîk.

Em bang li Wezareta Dadê dikin û dixwazin guh bide daxwazên girtiyan û gavên çareseriyê bavêje.

ALIYÊN HIQÛQÎ Û TENDURISTÎ LI GIRTÎGEHAN TÊN BINPÊKIRIN

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn de nameyek ji Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Wanê re şandin.

Girtiyên name ji ÎHD’ê re şandin, diyar kirin ku mafên wan ên hiqûqî, tenduristî û Rêveberiyê tên bi pê kirin.

BERDEVKÊ HDP’Ê SARUHAN OLUÇ: DEV JI DIMINAHIYA GELÊ KURD BERDIN

Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç têkildarî geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist.

Oluç diyar kir ku Serokkomar Erdogan bi awayek vekirî heqaretê li gelê kurd û hilbijêrên HDP’ê dike û got:

Dev ji îstîsmarkirina dîn û dev ji dijminahiya gelê kurd berdin. Werin em aboriyê biaxivin.

Leave a Reply

Back to top button