Li Efrînê çeteyan 5 şênî ji navenda bajêr revandin

Sûc û hovîtiyên dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber li Efrîn û herêmên dagirkirî dewam dikin. Dagirkekran li Efrîn û navçeyên wê 10 kesên din revandin.
Li Serê Kaniya digirkirî jî çeteyan destdirêjî li jinekê kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe li Efrînê kiryarên xwe yên hovane bê navber didomînin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê- Sûrî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk ji navnda Efrînê 4 sivîl bi bihaneyên ne rast revandin.

11’ê sibatê, çeteyan ciwanê bi navê Nidal Mihemed û ciwanekî din yê bi navê Basil yên ku karê berberiyê dikin, revandin.

10’ê Sibatê, li taxa Efrîna Kevin çeteyan du sivîl bi navê Ednan Bavê Mezlûm û kurê birayê wî yê bi navê Mihemed Sefwan revandin.

Roja Înê, çeteyan bi ser gundên Basutê, Xezewiyê û Birc Ebdelah girtin û dest bi hemleya revandina sivîlan kir.

Derbarê vê hemleyê rêxstinê da zanîn ku heya niha tu agahî nehatin bi dest xistin.

Li navçeya Raco jî, çeteyan bi ser gundê Mosaka yê navçeya Raco de girt û ciwanê bi navê Zekî Elî Sebrî revand.

Li heman navçeyê jî, 8 Sibatê, çeteyan bi ser gundê Gewanda girt û du sivîl bi navê Ziyad Ebidrehman Ka’io كاعو û Elî Norî Sîdo revandin.

Ji bo serbestberdan wan jî, çeteyan hezar û 200 dolar fidye xwestin.

Li gorî Navenda belgekirina Binpêkirinan li Bakur Sûriyê, ji destpêka vê mehê, navên 23 sivîl yên ku dagirkeran ji Efrînê revandine, belge kirin.

Li Serê Kaniyê çeteyan dest avêtin jineke ereb

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker heman sûcên ku li Efrînê dikin li herêmên din yên dagirkirî jî pêk tînin.

Li Serê Kaniya digirkirî, çalakvanan li ser malperên tevna civakî, wêneyê jineke Ereb bi navê Ruqeye El-Ba’ir belav kir û piştrast kir ku ev jin destdirêjî lê hatiye kirin.

Çalakvanan destnîşan kir ku Ruqeya ji hêla istixbarata leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker ve hatibû revandin û her du çeteyên bi navên Sed Qeytûn û Ebdulrezaq El-Mewlûd dest avêtine wê.

Back to top button