Balafirên şer Girê Egîd û Deriyê Girê Biya bombebaran dikin

Dagirkeriya Tirkiyê ya li se Garê di roja xwe ya 4’an de ye û îro bi balafirên şer, careke din artêşa Tirk a dagirker girt ser asmanê herêma Garê û Girê Egîd û Deriyê Girê Biya heta van kêliyan bombebaran dike.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine biparvekirin, balafirên şer ên dewlata Tirk, girê Şehîd Egîd û Deriyê Girê Biya yên herêma Garê yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin.

Her wiha heta van kêliyan jî, şerê li qada Garê dewam e.

Çavkaniyên li herêmê ragihand ku bi dehan kuştiyên artêşa Tirk a dagirker û hevkarên wê hene û kuştî û birîndarên xwe vedigûheze nexweşxaneya Dihokê.

https://twitter.com/G_tv__/status/1360490853979070464

Back to top button