Li Idlibê li devera qaşo “bêçek”, çareke din şer di navbera hêzên hikûmetê û çeteyên Tirkiyê de rû da.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku vê sibehê li rojavayê Idlibê şer di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên Tirkiyê de rû da.
Lê ti agahî der barê encama vî şerî de bi par ve nekir.
Duh jî li Cebel El-Tirkman a Laziqiyê, 2 leşkerên hikûmetê di encama şerê herdu aliyan de, hatin kuştin û yek jî birîndar bûbû.
Balfirên Rûsî vê mehê 700 êrîş li dijî DAIŞ’ê pêk anîne
Li aliyekî din û di çarçoveya operasyonên li dijî DAIŞ’ê de, balafirên Rûsî ji destpêka vê mehê de, 700 êrîşên asîmanî li dijî şaneyên DAIŞ’ê, li sêgoşeya Heleb, Hema û Reqa, pêk anîn.
Di encama van êrîşan de, li gorî Çavdêriya Sûrî, 33 çeteyên DAIŞ’ê û 56 leşker û komên bi ser hikûmeta Şamê de hatin kuştin.