QSD: Êrîşên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê DAIŞ’ê zindî dike

QSD’ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê aramiyê têk dibin û bandorê bi awayekî neyînî li têkoşîna li hemberî DAIŞê dikin.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê der barê êrîşên dewleta Tirk de bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk gelê Kurd dike aramnc.

QSD’ê bi bîr xist ku gelê Kurd û gelên herêmê li hember DAIŞê têkoşînek bêhempa dimeşînin û ev armanca van êrîşan, têkbirina destkeftiyên gelê herêmê destnîşan kir.

QSD’ê êrîşên dewleta Tirk li ser Garê jî metirsîdar dît û diyar kir, wê helwesta wan a bibiryar li dijî terora DAIŞ û dagirkeriya dewleta Tirk dewam bike.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê dawiyê bang li hevkarên xwe “hêzên koalîsyonê û hêzên pêwendîdar” kir ku li hember tevlîhevî û dagirkeriya Tirkiyê bêdeng nemînin.

Back to top button