Salih Muslim: Dîlgirtina Rêber Apo ji bo me şermekî mezin e

Endamê desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim destnîşan kir ku her kêliya ku Rêber Apo di wan şert û mercan de dijî, ji bo wan şermekî mezin e. Salih Muslim anî ziman ku komplo di şexsê Rêber Apo de li ser gelê Kurd û gelên herêmê hate kirin, lewma wê têkoşîna xwe mezin bikin..

Endamê desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Mûslim bi vê gotinê, destnîşan kir ku komplo di şexsê Rêber APO li ser gelê Kurd û herêmê de hate kirin.

Salih Muslim komplo weke rojeke reş ji bo gelê Kurd bi nav kir û diyar kir ku di pêvajoya komployê de hêzên komploger kifş bûn.

15 Sibata 1999, komployeke navneteweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan, bi hevkariya gelek welatên cîhan û herêmê, pêk hat.

Endamê desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim da zanîn ku avakarê herî mezin û pêşengê vê komployê hêzên navneteweyî bû û Tirkiye jî bi erka gardiyantiya komployê rabûbû.

Salih Muslim: Komplo negihişt serî lê bi tecrîdê berdewam e

Muslim da xuyakirin ku Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelan kir, lewam li pêşiya planên hêzên hegemon bû asteng, komplogeran jî xwestin wî tune bikin.

Salih Muslim teqez kir ku rêbertî ji bo xwe biparêze têkoşîn kir û gel gihand asta ku pêşengtiyê ji gelên Rojhilata Navîn re bike.

Ji sala 2015’an û vir ve tecrîdek giran li ser Rêber Abdullah Ocalan heye û rê nade ku yek gotinên wî biçe ji derve, ji ber ku di her şert û mercî de rêbertiyê ji gel û tevgerê re dike.

Lewra bi vê tecrîdê komplo didome, komplogeran xwestin pêşiya têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd bigirin, lê bi ser neketin.

Salih Muslim: Binketina hêzên komploger projeya Netewa Demokratîk e

Muslim mînaka binketina hêzên komploger nîşan da ku şoreşa li Rojava, projeya Netewa Demokratîk kete pratîkê û da zanîn ku ev proje li Rojhilata Navîn jî wê bê bipêşxistin.

Back to top button