Almanya û Danîmarkayê 14 kes di nav de 3 Sûrî girtine

Almanya û Danîmarkayê ragihand ku wan 14 kes di nav 3 Sûrî ku birayên hev in, bi tawana amadekariya pêkanîna êrîşekê, girtine.

Nivîsgeha Serdozgerê Giştî yê wîlayeta Saxony Saksonyayê bi daxuyaniyekê got ku hefteya borî 2 kesên Sûrî li Danîmarka, birayê wan ê 3. jî li wîlayeta Hessen a Almanyayê hatibûn girtin.

Li gorî daxuyaniyê, ev kes bi tawana amadekariya pêkanîna êrîşeke terorîst bi rêya mayinan, hatine girtin.

Istixbarata Danîmarkî jî ragihand ku di serdegirtinan de, hin tundrew li Kopenhagê hatin girtin bê ku ti hûrgiliyan der barê wan de bide.

Istixbaratê da xuyakirin ku ji wan girtiyan, 7 kesan çek û maddeyên teqemeniyê bo êrîş an beşdarbûna pêkanîna kirineke terorîst, bi dest xistibûn.

Back to top button