Li dijî komployê girtiyê bi navê Mehmûd Yildiz çalakiya fedayî pêk anî

Girtiyê azadiyê yê bi navê Mehmûd Yildiz ku di girtîgeha Şakran ya bajarê Îzmîrê de bû, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Apo çalakiyek fedayî pêk anî.

Hevalên Mehmûd Yildiz bi rêka malbata wî agahî da û diyar kir ku 3’ê Sibatê dema ku her kes ji odeya telefonê ku tê de bi malabtan xwe re dipeyvin, derket, Mehmûd Yildiz ji hevalên xwe re diyar kir, ew ê dernekeve.

Hevalên Mehmûd da zanîn ku dema ew zivirîn odeya xwe, Mehmûd çalakiya xwe pêk anîbû û laşê wî li erdê bû û ji ser hişê xwe çûbû.

Piştî çalakiyê rayedarên girtîgehê Mehmud Yildiz radikin nexweşaneyê û der barê rewşa wî ya dawî de, heta niha agahî nedane.

Girtiyan diyar kir ku piştî çalakiya Mehmud Yildiz zext û êrîşa li ser wan zêde bûye.

Parêzera Mehmud Yildiz Şukran Ozturk jî anî ziman ku Mehmûd nameyek li pişt xwe hiştiye û niha li nexweşxaneya Çiglî tê dermankirin.

Back to top button