
Şêniyên navçeya Til Birakê ji bo raya giştî daxuyaniyek da û êrîş û binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên bêserûber şermezar kirin.
Şêniyan diyar kir ku dewleta Tirk rojane êrîşan dibe ser navçeya Eyn Îsa û hinek deverên din ên herêmê û va ye vê carê dest bi êrîşkirina li ser herêma Garê kiriye.
Şêniyên Til Birakê ev êrîş şermezar kirin û bang li NY û Saziyên Mafên Mirovan kir ku bêdeng nemînin û helwesta xwe diyar bikin.
Her wekî divê civaka navneteweyî piştgiriya QSD’e bike da ku DAIŞ dîsa xwe kom neke û dernekeve holê.