Li Stenbolê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyonên girtin û binçavkirinê dewam dike, HDP’ê jî banga rawestandina êrîşên bêhiqûq kir.

Duh di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li gelek navçeyên Stenbolê polîsan operasyonên hemwext pêk anîn.

Di operasyonê de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî di ketina navçeyê de polîsan endamê HDP’ê Mustafa Dal binçav kir.

Hinceta binçavkirina Dal nehat zanîn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê.

HDP’ê banga rawestandina êrîşên bêhiqûq kir

Berpirsyarê Komîsyona Mafê Mirovan a HDP’ê û Alîkarê Hevserokê Giştî Ûmît Dede têkildarî operasyonên qirkirina siyasî ser endamên partiyê daxuyaniyek nivîskî da.

Hat gotin ku di van 2 rojên dawî de li Stenbol, Edene, Bursa, Kocaelî û Antepê 143 kesên ku piraniya wan ciwan in hatin binçavkirin.

Hat bangkirin jî ku ev êrîşên bêhiquq yên li dijî demokrasiyê werin sekinandin û kesên hatine binçavkirin werin berdan.

Back to top button