Li bajarokê Rayî yê dagirkirî erebeyeke bombebarkirî teqiya, 2 kes mirin

Li bajarokê Rayî ya dagirkirî di encama teqîna erebeyeke bombebarkirî de 2 kes hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, teqîn li nêzî nivîsgeha bac a sûka bajarokê Rayî yê li gundewarê Helebê yê dagikirî, çêbû.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku di encamê teqîna erebeya bombebarkirî de 2 kes hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn.

Li Efrînê dagirkirî jî, di encma şerê çeteyan de 2 çete hatin kuştin, 12 birîndar bûn

Li Efrînê dagirkirî jî, di navbera çeteyên koma Ceyş El-Islam û çeteyên koma Cebhe El-Şamiyê şer derket.

Çavdêriya dazanîn ku di encama şer de 2 çeteyên Çeyş El-Islam hatin kuştin û 12 çete jî birîndar bûn.

Back to top button