Michael Rubin: Pêwîst e PKK ji lîsteya terorê bê derxistin

Lêkolînerê Amerîkî Michael Rubin bang li rêvberiya Amerîkayê kir ku PKK’ê ji lîsteya terorê derxe.

Lêkolînerê amerîkî Michael Rubin ku berê di Pentagonê de kar kiriye derbarê mayîna PKK’ê di lîsteya terorê berteka xwe nîşan da.

Michael Rubin destnîşan kir ku pirsa rastîn ku divê rêveberiya Amerîkayê bersiva wê bide ev e:

“Çima dê Hûsî ji lîsteya terorê ya cîhanê werin derxisitn tevî ku Amerîkayê Yemen wek dewleta sponserê terorê li cîhanê bi nav kiriye?

Li aliyekî din jî PKK a xwedî heman fikrên QSD’ê ye dihêle.”

Rubin destnîşan kir ku sinifandina niha ya komên kurdî ne adil e û ewlehiya li Sûriyê û Iraqê asteng dike û asta dîplomasiyê û hevkariyê ya têkoşîna li dijî terorê ya ji bo ewlehiya Amerîkayê, sînordar dike.

Back to top button