NPG: Xeta Gerîla ya fedayî wê komployê teqez têk bibe

Komploya navneweyî ya 15’ê Sibatê de, Fermandariya NPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir, ku xeta gerîla ya fedayî wê teqez komployê têk bibe.

Fermandariya Navenda Parastina NPG’ê, komploya navneteweyî bi tundî şermezar kir û diyar kir ku tevgera Azadiya Kurdistanê wê bi têkoşîna xwe, ji her aliyî ve mezintir bibe.

NPG’ê teqez kir ku pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’, wê teqez encamê werbigire, sîstema êşkenceya li Îmraliyê parçe bike û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan misoger bike.

Back to top button