Çalakiya greva birçîbûnê di roja 80 de dewam e

Berxwedana greva birçîbûnê ji bo bidawîkirina tecîda li ser Rêber APO bi biryardarî di roja 80 de didome.
Hevserokên HDP’ê yên Wanê divê daxwazên girtiyên siyasî werin qebûlkirin.
Endamên Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê jî banga piştgiriya pêngava ‘Ji bo Rêber Ebullah Ocalan azadî’ kir. 

Bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ebullah Ocalan û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, girtiyên siyasî di 27’ê Mijdara 2020’an de, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye û niha 80 roj in ku li ber xwe didin.

Li wargeha Mexmûrê jî çalakiya wan di roja 59’an û li Yûnanistanê ev 42 roj bi biryardarî berdewam e.

Meclisa Gelê Kurd a Brîtanyayê banga piştgiriya pêngavê kirin

Li kêleka grevê, pêngava “ji bo Rêber Abdullah Ocalan azadî” ku li Afrîkaya Başûr dest pê kiriye, beşdarên wê zêdetir dibin.

Endamên Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê ji bo piştgiriya pêngavê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de, banga piştgirî û tevlîbûna li pêngavê kirin û teqez kirin ku ev pêngav wê heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan dewam bike.

Hevserokên HDP: Divê daxwazên girtiyên di grevê de were qebûlkirin

Hevserokên HDP’ê yên Wanê jî bal kişandin ser rewşa girtiyên di gravê û xwestin daxwazên girtiyan were pejirandin.

Hevserokê HDP’ê Fîkret Dogan anî ziman ku yekane derfeta di destê girtiyên siyasî de maye ku ji bo mafên xwe yên demokratîk bi kar bîne grevên birçîbûnê ye.

Fîkret Dogan diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê tenê li Îmraliyê bi sînor nemaye, tecrîd li ser tevahiya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn pêk tê.

Hevseroka HDP’ê ya Wanê Handan Karakoyûn jî anî ziman ku êrîşên li ser destketiyên Kurdan dewama komployê ne û teqez kir ku aştî, azadî û demokrasiya li welatê wê bi bidawîkirina tecrîdê pêk were.

Hevserokên HDP’ê yên Wanê dawiyê, banga piştgirî ji bo berxwedana girtiyên di gerva birçîbûnê de li civakê kirin.

Back to top button