Michael Rubin: Mesrûr û Nêçîrvan Barzanî bûne wekîlên dewleta Tirk

Der barê êrîşên dagirkeriyê li ser Garê de, Lêkolînerê Amerîkî Michael Rubin diyar kir, ku Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî bûne wekîlên dewleta Tirk di vê pêvajoyê de..

Michael Rubin diyar kir ku dewleta Tirk, baregehên PDK’ê wek baregehên operasyonên pêşketî yên artêşa xwe dibîne.

Rubin destnîşan kir ku ji bo dewleta Tirk, pêşmergeyên Kurd, hêzên artêşa Tirk in, lê bi cilên cuda ne.

Li gorî lêkolînerê Amerîkî, dewleta Tirk nikare bêyî alîkariya PDKe, bi hêsanî operasyonekê li dijî Garê pêk bîne.

Têkildarî gefên dewleta Tirk li ser Şengalê jî, Michael Rubin anî ziman ku PDK û Erdogan dixwazin rastiya rewşa aboriya xwe veşêrin.

Back to top button