Senatoyê ji ber netêrkeriya dengan, Trump bêsûc dît

Senatoya Amerîkî bi dengdana 43 endaman, serokê berê Donald Trump ji tawanbarkirina arandina li ser tundiyê, bêsûc kir.

Piştî dadgehkirina ku 5 rojan li avahiya Kapîtûlê dewam kir, Senatoyê Trump, ji ber netêrkeriya dengan, ji tawanbarkirina arandina li ser tundiyê, bêsûc kir.

Seroka Encumena Parlamenteran Nancy Pelosi di vê derbarê de da zanîn, ku hin endamên Senatoyê “tirsonek” in, ji ber ku dengên xwe nedan tawanbarkirina Trump.

Serokê nû Joe Biden da xuyakirin ku bûyerên 6 Çileyê diyar dikin, ku demokrasiya Amerîkayê hêrifok bûye û divê bê parastin.

Donald Trump jî piştî bêsûckirinê, kêfxweşiya xwe anî ziman û soza berdewamkirina parastina navûdengê Amerîkayê da.

Back to top button