Li navenda Cindirês erebeyek teqiya, gelek kes birîndar bûn

Li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî, erebeyek bombebarkirî teqiya, di encamê de gelek kes birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ajansa Hawarê, îro li ser rêya têketina bajarê Cindirêsê erebeyek teqiya.

Teqîn li nêzî navendeke çeteyan pêk hat, di encama teqînê de gelek çete birîndar bûne. Lê hejmara wan nehate zanîn.

Duh jî, li navenda bajarê Efrînê, di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de şer derket.

Şer ji ber nakokiyên li ser kel û pelên qaçaxî ji gundê Basûtê yê bajarê Efrînê bû.

Di encamê de 6 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Back to top button