Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyên cuda komploya Navneteweyî ya li dijî rêber APO şermezr kir.
Di daxuyaniyan de hat diyar kirin hêza çareseriyê Rêber Apo ye û bang li gel hat kirin bi felsefeya Rêber Apo têkoşîna xwe mezin bikin.
Bi heman armancê PYD daxuyaniyek da û diyar kir ku van rojan gelê Kurd salvegera biêş ya Komploya Navneteweyî pêşwazî dike ku di şexsê rêber Ocalan de pêşeroja gelên Rojhilata Navîn û hebûna gelê Kurd hate hedefgirtin.
PYD`ê bang li gel kir ku li dor rêbertî kom bibin û bi felsefeya rêbertî ve girêdayî bin û li gorî wê têkoşîna demokratîk û parastina rewa bidin meşandin.
Kongreya Star: Têkoşîna ji bo rakirina tecrîdê bê mezin kirin
Koordînasyona Kongreya Star jî diyar kir ku komplo û tecrîd li dijî hemû peymanên navnetewî, mafên sivîl û siyasî ye.
Kongreya Star bang li hemû aştîxwazan kir ku xebatên xwe yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo berfireh bikin.
Her wiha bang li Yekîtiya Ewropa û Rêxistina Efû ya Navnetewî hat kirin ku ji bo bi dawîkirina tecrîda ku dewleta Tirk ferz dike zextê bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.