Elî Nebî bang li partiyan kir ku li cem gerîla cih bigirin

Derbarê êrîşên dewleta Tirk li dijî başûrê Kurdistanê de Şoreş Elî Nebî bang li partiyên siyasî kir ku li dijî dagirkeran li cem gerîla cihê xwe bigirin.

Kurê Elî Nebî Şemzînanî ku yek ji pêşengên raperîna 1991’ê ya li dijî Baasê bû û pêşmerge Şoreş Elî Nebî
diyar kir ku ji bo yekîtiya kurdistanê, gelê Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya PKK’ê berxwedan û şoreşa parastina Kurdistanê dikin.

Nebî destnîşan kir ku divê gelê kurdistanê bi ruhekî berxwedêr li ber dagirkeran rabin û serketinê bi dest bixin.

Elî Nebî piştrast kir ku gelê Başûrê Kurdistanê hevkariyê bi dewleta Tirk a dagirker re nake û hêvî kir ku ev êrişên dagirkeriyê bibe wesîleya avabûna yekîtiya Kurdan û berxwedana gerîla bi ser bikeve.

Şoreş Elî Nebî bang li partiyên siyasî yên başûr jî kir ku li cem gerîla cih bigirin.

Back to top button