Ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê li Mexmûrê meşek hat lidarxistin

Ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ya li ser rêber Abdullah Ocalan, li wargeha Mexmûrê meşa meşaleyî hate lidarxistin. Ciwnan li Şengalê jî li dijî komployê û êrîşên dagirkeriyê meşek pêk anîn. Di meşan de ciwanan teqez kirin ku ewê heta azadiyê rêber Apo di nava çalalkiyan de bin.

Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê ji 1’ê Sibatê ve rêzeçalakiyên ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdulah Ocalan didome.

Yek ji wan çalakiyan jî meşa meşaleyî ya ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) û Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê (TJCM) ve hate lidarxistin.

Meş bi coş û kelecan li kolanên wargehê gera. Ciwanan bi hildana meşaleyan re dirûşmeyên “Bijî Rêber Apo”, “Bijî berxwedana Garê” ,bilind kirin.

Di meşê de daxuyaniyek ji alliyê endama TJCM’ê Ciwana Guneş ve hat xwendin û komploya 15’ê Sibatê hate şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de ciwanan teqez kirin ku ewê bi pêngava Dem dema Azadiyê ye, heya azadiya rêber Apo çalakiyan lidarbixin.

Piştî daxuyaniyê sînevîzyona li ser komploya 15’ê Sibatê hate pêşandan.

Li dijî komplo û êrîşan ciwanên Şengalê meşiyan

Li alîkî din Ciwnên Şengalê jî li dijî komploya 15’ê Sibatê meşek lidarxistin.

Li ber navenda Asayişa Êzidxanê girse kom bû û li ser navê YCÊ û YJCÊ’ê daxuyanî hat xwendin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Endamê YCÊ’ê Xemgîn Şengalî ve hate dayîn, di serî de komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin û di heman deme de berxwedana gerîla ya li Garê hate silavkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû ciwanên Êzidî hate kirin, xwedî derxetina li Êzidxanê, xwedî derketina li Garê, di heman demê de xwedîderketina li azadiya Rêber Apo ye.

Back to top button