Endamên “Hêzên Dîfaa El-Wetanî” yên girêdayî hikumeta Şamê li Qamişlo êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Asayîşê kirin.
Endamên “Hêzên Dîfaa El-Wetanî” yên girêdayî hêzên hikumeta Şamê gule ber bi benda kontrolê ya Hêzên Asayîşê ya nêzî çerxerêya Wehda ya bajarê Qamişlo reşandin.
Hêzên Asayîşê li bajar belav bûne û heya niha bersiva êrişê nedane.