Artêşa Îsraîlî baregehên komên Îranê yên li Şamê kirin armanc

Artêşa Îsraîlî bi mûşekan komên bi ser Îranê ve yên li Sûriyê kirin armanc.

Ajansa nûçeyan a hikumeta Şamê SANA’yê ragihand ku di saetên sibehê de, artêşa Îsraîlî baregehên komên Îraniyên li Şama paytext kirin armanc, lê ti agahî der barê encama êrîşê de, neda.

Heman çavkaniyê diyar kir ku pergalên parastinê yên asîmanî ev êrîş têk biriye.

Di van mehên dawî de, artêşa Îsraîlî êrîşên xwe li ser komên Îranî zêde kirine û herî dawî baregehên wan ên li Quneytirayê rûxandin.

Back to top button