KCK: Serketina Garê wê azadiya Rêber Apo û gelê Kurd pêk bîne

KCK’ê destnîşan kir ku hêzên dagirker propagandaya tasfiyekirina Gerîla dikirin û li benda serkeftinê bûn, lê şevekê ji nişka ve reviyan. KCK’ê da zanîn ku ev derba giran wê bibe sedema têkbirina komploya navnetewî û azadiya Rêber APO û ya gelê Kurd pêk bîne.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku derba giran a ku li Garê li artêşa Tirk a dagirker hat xistin, serkeftina hemû Kurdan e.

KCK’ê Gerîlayên ku berxwedaneke dîrokî nîşan da, pîroz kir û got divê hemû Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û yên derveyî welêt, berxwedanê wekî cejnekê pîroz bikin û li dora Gerîla kom bibin.

KCK’ê dibîne ku ev derba giran wê bibe sedema têkbirina komploya navnetewî û azadiya Rêber APO û ya gelê Kurd pêk bîne.

Di 4 rojan de, herî kêm 50 balafir û bi dehan helîkopterên dijmin qada Garê bombebarman kirin û hewldanên danîna leşkeran hat têkbirin û derbeyên giran jî ji Gerîlayan xwarin.

KCK’ê îşaret pê kir ku armanca dagirkeran, Tevgera Azadiyê ya Kurdan e ya bi pêşengiya PKK’ê tasfiye bikin û qirkirina li ser Kurdan biqedînin, her wiha li ser gelên Rojhilata Navîn jî pergaleke zilmê ava bikin.

KCK: Hêzên dagirker şevekê ji nişka ve reviyan

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got:

“Hêzên dagirker ên ku digotin şevekê em ê ji nişka ve werin û propagandaya tasfiyekirina Gerîla dikirin, digel her cure teknîk û bomberdûmanê li benda serkeftinê bûn, lê di bin wê bomberdûmanê de şevekê ji nişka ve reviyane.

Wekî ku li Zapê siwar hatin peya çûn.

Tekane serkeftina wan, reva wan a wekî sala 2008’an e ku serokê artêşa giştî Yaşar Buyukanit gotibû me bi hêsanî leşkerên xwe vekişand.”

KCK: Gerîla parêzvanê statuya Başûrê Kurdistanê ne

KCK’ê teqez kir ku vê berxwedanê dîsa diyar kiriye ku Gerîla parêzvanê statuya Başûrê Kurdistanê ye û Gerîla li hemberî êrîşa DAIŞ’ê, Hewlêr û Kerkûk di serî de, Başûrê Kurdistanê parastin û diparêzin.

Herî dawî KCK’ê bang li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê kir ku têkoşîna xwe mezin bikin û vê serkeftinê bikin cejna demokrasiyê.

Back to top button