6 çekdarên Îranî di êrîşeke Îsraîlî de hatin kuştin

Artêşa Îsraîlî bi mûşekan komên bi ser Îranê ve yên li Sûriyê kirin armanc û heta niha 6 çekdarên girêdayî Îranê hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, di saetên sibehê de, artêşa Îsraîlî embarên çeblxaneyê yê komên Îraniyan ên li Şama paytext, bi mûşekan kirin armanc.

Li gorî çavdêriyê, di encama êrîşê de, 6 çekdarên bi ser Îranî ve hatin kuştin û embarên wan jî hatin rûxandin.

Her wiha ajansa nûçeyan a hikumeta Şamê SANA’yê ragihand ku pergalên parastinê yên asmanî hejmarek mûşek anî xwarê.

Di van mehên dawî de, artêşa Îsraîlî êrîşên xwe li ser komên Îranî zêde kirine û herî dawî baregehên wan ên li Quneytirayê rûxandibûn.

Çeteyên DAIŞ’ê 11 endamên hêzên hikûmeta Şamê kuştin

Li gundewarên Dêrazorê û Humsê jî, di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên DAIŞ`ê de şer didome.

Çavdêriyê ragihand ku di encamê de 11 endamên hêzên hikûmtê û komên alîgirên wê hatin kuştin,10 jî birîndar bûn.

Back to top button