Hevseroka Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk li Garê 13 leşkerên dîlgirtî kuştin û divê bê darizandin. Xedîce Îbrahîm anî ziman ku ev êrîşa li ser Garê berdewama Komploya navnetewî bû, lê hate şikandin.
Hevseroka Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk li Garê 13 leşkerên dîlgirtî kuştin û divê bê darizandin.
Êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk ku 10’ê Sibatê dest pê kirî, sibeha 14’ê mehê têk çû û neçar man xwe vekişînin.
NPG’e ragihand, ku dewleta Tirk ji bo leşkerên dîl bikuje, ji asman û bejahî ve êrîş kir û her 13 leşker kuştin.
Serfermandarê artêşa dagirker Yaşar Guler, kuştina 13 leşker dîlgirtî berevajî kir û weke sivîl ew nîşan dan, bi vê yekê xwestin têkçûna xwe li Garê veşêrin.
Hevseroka Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm Xedîce Îbrahîm, hedefgirtina leşkerên dîl ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, weke komkujiyeke bi zanebûne dît û got:
“Tê xwestin ku ev wekî sûcekî li dijî mirovên girtî bê dîtin û dewleta Tirk komkujiya girtiyan pêk aniye.
Dewleta Tirk mîna sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên din kiriye, dîsa sûcekî şer kiriye.
Divê êrîşên wiha yên dermirovî û sûcên şer ên dewleta Tirk werin lêkolînkirin û li dijî wê ceza werin ferzkirin.”
Xedîce Îbrahîm dawiyê anî ziman ku ev êrîşa li ser Garê berdewama Komploya navnetewî bû, lê hate şikandin.