HDP: Em li dijî komployê têkoşînê geştir bikin

HDP’ê û TJA’yê komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê şermezar kir û diyar kir ku li Îmraliyê pîvanên hiqûqê û peymanên navneteweyî hemû tên binpêkirin.

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku komplo li dijî jiyana azad a Tirkiye û gelên herêmê planeke berfireh e.

HDP’ê anî ziman ku rêzdar Abdullah Ocalan li dijî komployê berxwedaneke mezin nîşan daye, ew jî li gel ku li Îmraliyê hiqûq, exlaq û wijdan tune ne.

HDP’ê teqez kir, ew ê li dijî komployê têkoşînê geştir bikin.

TJA: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe

TJA’yê jî diyar kir ku komploya navneteweyî ya beriya 22 salan dest pê kiriye, hîn jî dewam dike, lewma ew xwedî li daxwazên girtiyan ên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne derkevin.

TJA’yê destnîşan kir ku heta tecrîd bi dawî nebe, gelên herêmê azad nabin û bang li hêzên herêmî û navneteweyî kir ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin.

Back to top button