S-400 Û F-35 PEYWENDIYA HERDÛ WELATAN XERAB DIKE

Xuya ye Tirkiyê biriyara kirîna fuzeyên S-400 yên ku Emerîka ji bo xwe xeter dibîne, daye.
Tevî gelek hişayriyên Emerîka jî, lê belê Tirkiyê di vê yeka xwe de bi isarar e.
Berdevkê AKP’ê helwesta Emerîka bi nakokiyê bi nav dike û careke din bêhna cezayên Emerîka li ser Tirkiyê radibe..

Emerîka hişyariyê dide Tirkiyê û Tirkiye jî bi israr e fuzeyên S-400 yên Rûsî bikire.

Kirîna fuzeyên navborî weke çakaniya nakokiyên herdê welatên tê dîtin.

Her çendî Emerîka hişayrî da ku wê encamên xeter jî bi xwe re bîne, lê belê Tirkiyê guh li van hişyariyan nade.

Herî dawî berdevkê AKP’ê Omer Çelîk têkildarî helwesta Emerîka got, yên naxwazin em S-400 bikrin bi xwe re nakok in û îşaret bi bêdengiya Emerîka li hemberî hebûna van fuzeyan li gel Yûnanstanê kir.

Çelîk di kongreyekî çapemeniyê li avahiya partiya xwe diyar kir ku, S-400 daxwaz û armancên Tikriyê pêk tîne, ji lewma ew ê bikirin.

Roja Şemiyê jî Erdogan gotibû, kirîna Tirkiyê ji S-400 re, têkiliya xwe bi ewlehiya Emerîka, NATO û peymana balafirên F-35 tine ye.

Lê belê bi azadiya tevgera Tirkiyê ve û di serî de li Sûrî, girêdayî ye.

Erdogan teqez kir ku, wê welatî wî vê peymanê bi Rûsya re bgihîne serî.

Ji xwe ev gotina Erdogan weke bersiv ji hişyariya pentagonê re derket holê.

Pentagonê roja Înê ev hişayrî dabû,

Eger Tirkiyê fuzeyên S-400 bikire, wê encamên xeter bi xwe bîne.

Wê Tirkiyê balafirên F-35 û fuzaeyên Patriyot nebîne û bandorê li peywendiyên herdû welatan bike.

Beriya wê jî, wezareta karê derve ya Emerîka gotibû, wê ev gava Tirkiyê bihêle Emerîka hemû peymanên leşkerî bi Tirkiyê re betal bike.

Li gorî berpirsên Emerîkî, dem heta dawiya vê mehê bi Hikûmeta Tirkiyê re heye ku biryarê bide da ku fuzeyên Patriyot bi 3 Milyar û 500 Milyonî bikire..

Li bermaberî vê jî, Erdogan vê xwesteka Emerîka red nekir lê belê dîsan gotina kirîna S-400 dubare kir.

Li gorî rayedarên Tirkiyê, ku beşek ji pereyên vê peymanê daye Rûsyayê.

Çavdêrên leşkerî dibînin ku, Emerîka vê sîstema Esmanî ya Rûsî gefeke rasterast li ser balafirên xwe dibîne weke çava wezreta karê derve ya Emerîka gotibû..

NATO jî, dibîne ku, ne pêkan e, ev sîstem tevlî sîstemên esmanî yên NATO’yê bibe.

Li gorî nîşaneyên heyî, xala nakokiyê di navbera herdû welatan de ne kirîn û firotina çekan lê nêzîkbûna tirkiye ji Rûsiyayê re ye.

Leave a Reply

Back to top button