Federasyona birîndarên Bakur û Rojhilatê Sûrî komploya 15’ê Sibatê şermezar kir

Federasyona Birîndarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir.

Federasyona Birîndarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Federasyonê diyar kir ku ku komplo ne tenê di şexsê rêber Abullah Ocalan de pêk hat, lê di şexsê gelê Kurd bixwe de çêbû.

Di daxuyaniyê de, hat eşkerekirin ku li gel dewletên biyanî jî hin hêzên Kurdî cihên xwe di komployê de girtine û niha jî der heqê êrîşên li ser Garê de bêdeng in.

Her wiha birîndaran eşkere kir ku heta azadiya rêber APO neyê bidestxistin, dê têkoşîna wan berdewam bike û bang li hemû aliyan kir ku tevlî vê pêngavê bibin.

Back to top button