Dewleta Tirk di roja komploya navnetewî de li gelek bajarên bakurê kurdistanê û Tirkiyê operasyona qirkirinên siyasî pêkanî. Di li gorî daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk di encama operasyonan de zêdeyî 700 kes hatine binçavkirin.
Di serdegirtinan de, li navçeya Qoser a Mêrdînê, dayîka Aştiyê û xebatkara HDP’ê ya demekî Ferha Akbulut a 65 salî hat binçavkirin.
Li Şirnexê û navçeyên wê jî herî êm 23 kes, li navçeya Rêzana Amedê jî kesek hatin binçavkirin.
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî polîsan vê sibehê bi ser hin malan de girt û li malan lêgerîn pêk anîn.
Polîsan piştî lêgerînê bi kêmanî 13 kes binçav kirin.
Li Colemêrg û Geverê jî serê sibehê bi ser malan de hatin girtin û 8 kes hatin binçavkirin.
Li Êlihê jî polîsan li ser avahiya HDP’ê de girtin
Li Êlihê polîsan bi maşineyên zirxî, bi ser avahiyên Rêxistina HDP’ê ya Bajar û Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Navendî de girtin û lêgerîn dan destpêkirin.
Hate diyarkirin ku derbarê Hevseroka HDP’ê ya Bajêr a Êlihê Fatma Albay biryara binçavkirinê hatiye dayîn.
Li Manîsayê 2 jê jin 8 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Şehzadeler a bajarê Manîsayê a Tirkiyê 2 jê endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP’ê 8 kes hatin binçavkirin.