Artêşa Tirk gundên bajarê Babê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker gundên bajarê Babê bi çekên giran topbaran kirin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk û çeteyên wê gundên El-Bûweyhîc, Cib Mexzûm û Hûtê yê rojhilatê Babê bi hawan û obusan topbaran kirin.

Navendê diyar kir ku artêşa Tirk ji baregeha xwe ya li gundê Sikeriyê 6 top avêtin gundên navborî.

Derbarê encamên topbaranê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Back to top button