Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncwênî nameyek ji Rêber Apo re nivîsand

Siyasetmedar û rewşenbîrê Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pêncewînî bi boneya 22’emîn salvegera Komploya navnetewî ji Rêber Apo re nameyek nivîsand.

Pêncwênî di nameya xwe de wiha dibêje,

Birêz Ocalan

Ev 22 salin ku hêzên cîhanê te ji gel, şoreş û têkoşîna azadiyê qut kirin. Wana wisa dizanî ku bi qutkirina we ji şoreşê wê gelê Kurd êdî teslîm bibe û serê xwe li hemberî dewleta faşîst û dagirker bitewîne. Dijminan di vê mijarê de şaş kirin, ji ber ku xebat û têkoşîna we ya li girtîgehê ew rewş ser û bin kir.

Sala 1992’an cara yekem em li geliyê Beka ya Lubnanê hatin cem hev. Dema min ji we pirsî ku eger hûn di encama planeke dijminan de bûyerek bê serê we, wê çarenûsa şoreş û PKK’ê çi be?

We jî wiha bersiv da: “Min li vê akademiyê de bi hezaran gerîla perwerdekiriye, her yek ji wan Ocalaneke. Şoreşa me wek şoreşên din nîne ku bi tinebûna pêşeng re şoreş jî tine bibe.”

Belê yên we wan perwerde û mezin kir û kesayet û hebûna wan zindî kirî, îro li çiyayên Kurdistanê bi dijmin gav bi paş didin avêtin.

Niha ji çiyayên Şaho, Dalaho û Qendîlê bigre heya Xakûrk, Zagros û Amanosê, hemû kirine warê xwe û diparêzin.

Birêz Ocalan; çawa ku min li Lubnan û Sûriyê soz da we û biryar da heya ku sax bim bi qasê hêza xwe xizmetê şoreşa Bakurê Kurdistanê bikim, ezê heya gelê Kurd bigihîje mafê xwe di hewldanê de bim.

Back to top button