YBŞ: Em li hemberî her cûre êrîşên dijmin amade ne

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Komploya Naventeweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got ku ew li hemberî her cûre êrîşên dijmin amade ne.

YBŞ’ê bi boneya 22`emîn salvegera Komploya Naventeweyî daxuyaniyek da.

YBŞ’ê diyar kir 22 sal in Rêber Apo bi berxwedaniya xwe a bi nimûne komplo vala derxist û êdî bû Rêberê gelan.

YBŞ’ê got:

Rêber Apo em Êzidî ji qirkirina sedsalê xilas kirin.

“Êdî ew roj ne ew roj e ku em ê li hemberî komplogeriyê serî bitewînîn, em li hemberî her cûre êrîşên dijmin amade ne.

Êdî gelê Êzidî xistina mijara bazarê ne hêsane, li ser Şengalê hesabên dagirkeriyê kirin ne hêsan e.”

YBŞ’ê bang kir ku bi rihê pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê mezin bikin.

Back to top button