Çalakiyên greva birçîbûnê didomin

Çalakyên greva birçîbûnê li zindanên dewleta Tirk a li dijî tecrîdê dewam dikin.
HDP’ê diyar kir ku ew ê li dijî komploya ser rêber APO têkoşînê mezin bikin.
Li gelek deverên Bakurê Kurdistanê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Girtiyên siyasî bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 16’emîn dewr girtiye di roja 81’emîn de dewam dike.

Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 60’emîn de didome.

Çalakiya penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî di roja 43’yemîn de didome.

Malbatên girtiyan: Em bi çalakiyên zarokên xwe serbilind in

Malbat û xizmên girtiyan ji bo ku balê bikişînin li ser çalakiya grevên birçîbûnê banga hestiyariyê dikin.

Kastama Çîçek 65 salî ku 3 zarokên wê di çalakiya grevên birçîbûnê de cih digirin got;.

“Bi sedan girtî li girtîgehan bedena xwe dane ber mirinê û di daxwazên xwe de bi israr in.

Em tu carî ji têkoşîna xwe gav paşde navêjin.”

Leyla Guven: Wê bi qebûlkirina daxwazên girtiyan civak aram bibe

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, li girtigeha Xarpetê tê girtin, anî ziman ku heger daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin, dê tevahiya cvakê rihet bibe û piştgiriya demokratîkbûyîna welêt bike.

Leyla got:

“AKP qanûnên Tirkiyê û saziyên navneteweyî binpê dike û hewl dide hemû derdor û muxalifên ku gotine “tecrîd sûc e li hemberî mirovahiyê, dawî li vê bêhiqûqî bînin” berteref bike.”

Polîsan meşa DBP û HDP’ê ya li amedê asteng kir

Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li gelek deverên Bakurê Kurdistanê hate şermezarkirin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan xwest ji ber Buroya Navenda Giştî ya Amedê ber bi Meclîsa Dayikên Aştiyê bimeşe.

Hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir tevî parlementerên HDP’ê dest bi meşê kirin.

Polîsan koma meşvan asteng kir. Polîsan li bajêr gelek der girtin û li ser rêya meşê jî polîs hatin bicihkirin.

Paşê gel û parlementerên HDP’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Komplo li bakurê Kurdistanê hat şermezarkirin

Li Wanê bi beşdariya gelek endam û parlamenterên HDP’ê çalakiyek hate lidarxistin û komploya navneteweyî hate şermezarkirin.

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê gelek kes tevlî çalakiya li avahiya HDP’ê ya navçeyê bû komploya navneteweyî hate şermezarkirin.

Rêxiçstinên HDP’ê yên Edene û Mersînê jî bi daxuyaniyan komploya navneteweyî şermezar kir.

HDP: Em ê li dijî komployê têkoşînê geştir bikin

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku komploya Navnetewî ya li dijî rêber APO li dijî jiyana azad a Tirkiye û gelên herêmê, planeke berfireh e.

HDP’ê teqez kir, ew ê li dijî komployê têkoşînê geştir bikin.

Buroya Hiqûqe ya Sedsalê: Dema bidawîanîna tecrîda li Îmraliyê hatiye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî di salvegera komploya navneteweyî de daxuyaniyek da û diyar kir ku heta Sîstema Tecrîdê ya li Îmraliyê bi dawî nebe, nepêkane ku pîvanên demokratîkbûnê li welêt serwer bibe.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bang li her beşên pêwendîdar kir ku ji bo bidawîkirina sîstema Tecrîdê ya Îmraliyê bikevin tevgerê.

Back to top button