10 GIRTÎ LI SER DAXWAZA RÛSPIYAN HATIN BERDAN

Buroya Têkiliyên Giştî ya Leşkerî ya bajarê Reqayê 10 girtiyên ku destê wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê de tune ye, serbest berdan.

Rûspî û eşîrên bajarê Reqayê bi endamên Buroya Têkiliyên Leşkerî ya Giştî û malbatên girtiyan re li navenda Fermandariya Giştî ya QSD`ê civiyan.

Di civînê de Şêx Ayid El-Hadî şêxê eşîra El-Mûsa axivî û wiha got:

“Em vegera we li gel û civaka we pîroz dikin, em ji we dixwazin hûn bi qasî baweriya ku me da we bin.

Piştre Buroya Têkiliyên Giştî 10 girtî radestî malbatên wan kirin, malbatên wan jî spasiya însiyatîfê rêveberiya xweser kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya civîneke çapemeniyê 2’ê Adarê 283 girtî, li ser daxwaza rûspiyên eşîrên herêmê serbest berdan.

Rêveberiyê li Hesekê 132, li Minbicê jî 43 , Dêrazorê 103 û Tebqayê 7 girtiyî serbest berdan.

Leave a Reply

Back to top button