
Li Hewlêrê, 3 mûşek li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ketin û kuştî û birîndar hene.
Duh di seatên şavê de, herî kêm 3 mûşek li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û çendên din li taxên derdorê ketin.
Li gorî Koalîsyona Navneteweyî, di encama êrîşê de, kesekî jiyana xwe ji dest da û di nav de leşkerekî Amerîkî, 6 kes birîndar bûn.
Piştî êrîşê, meclisa parêzgeha Hewlêrê balafirgeh girt û desthilatên Başûr jî dest bi lêpirsînê kir.
Vê dawiyê, koma girêdayî Îranê ya bi navê Seraya Ewliyaa el-Dem ev êrîş girt ser xwe.