Ayşa Hiso: Garanetorên Astanayê aloziya Sûriyê dirêj dikin

Gera 15. a civînên Astanayê li Soçiyê bi beşdariya hersê dewletên bi navê garantor dest pê dike. Hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso destnîşan kir ku polîtîkayên Tirkkirinê ku dewleta Tirk pêk tîne, temenê aloziya Sûriyê dirêj dike û anî ziman ku kongeyên bêyî beşdarbûna nûnerên gel bi ser nakve û alozî wê dewam bike.

Hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso dibêje ku, Sûriyê roj bi roj rêya çekdariyê bi taybet di sala 2021an digire û polîtîkayên Tirkkirinê ku dewleta Tirk pêk tîne jî, temenê aloziya Sûrî dirêj dike.

Ayşe Hiso sedema ku aloziya Sûriyê heta niha çareser nebûye bi siyaseta dewleta Tirk û rola wê ya neyînî li herêmê ve girêda û rewşa Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî mînakên wê nîşan da.

Ayşe vekirina zanîngeheke Tirkî li ser xaka Sûriyê jî, temamkirina vê polîtîkayên Tirkkirina herêmê destnîşan kir.

Ayşa Hiso: Maseya diyalogê bêyî nûnerên rast nayê qebûlkirin

Hevseroka PYD’ê anî ziman ku kongeyên bêyî beşdarbûna nûnerên gel têne lidarxistin bi ser nakve û alozî dê bê çareserî dewam bike.

Aloziya Sûrî…Gera 15. a Astana li Soçiyê dest pê dike

Îro Sêşemê, gera 15. a civînên Astanayê li Soçiyê bi beşdariya hersê dewletên bi navê garantor Rûsya, Îran û Tirkiyê pêk tê.

Mijarên vê gerê, wê dosyaya Idlib û Rojhilatê Çemê Firatê û hin mijarên mirovî bin.

Ayşe Hiso texmîn dike ku dosyaya tevlihev a Idlibê ji ber gihaştina lihevkirinan û derbasbûna herêmê di nava tevliheviyê re, biteqe.

Di her 14 gerên Astanayê de, ev rastî bi domandina aloziyê û nepeydakirina çareseriyê piştrastir dibe.

Têkildarî gera 15, Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsî li Sûriyê Alexander Lavrentiev îro ji çapemeniyê re got:

“Divê terora li Sûriyê bi dawî bibe û ti çareserî bi terorîstên DAIŞ û Heyet Tehrîr El-Şam re tune ye.”

Ev daxuyanî li cihekî ku “parêzvan û piştevanê wan lê rûniştiye, tê dayîn.

Jixwe piştevaniya yekser a Tirkiyê ya ji bo van herdu komên terorîst, hem DAIŞ, hem Tehrîr el-Şam, ji cîhanê qet neveşartî ye, lê kêfa wê dixwaze xwe ker û lal bike.

Ya balkêş, piştî têkçûna civînên komîteya destûrî ku negihaştin ti encamê, lidarxistina Astanayê ji bo pêçandina birîna komîteya destûrî tê, ku ew ê jî weke yên berî xwe bi bayê demê re vala vala biçin.

Back to top button