Çete kesên revandî derbasî Izaz û Tirkiyê dikin

Dewleta Tirk û çeteyên xwe ku rojane şêniyên Efrînê direvînin, wan dibin Izaz û Tirkiyê.

Malpera Afrin Post ragihand ku Istixbarata Tirkiyê li taxa Eşrefiyê Mihemed Hisên ê Kurd revand.

Li gorî heman çavkaniyê, Ednan Ebû Mezlûm û kurê birayê wî Mihemd Sefwan jî revandin û paş berê wan da Tirkiyê.

Her wiha Zekî Sebrî ku berî çend rojan revandibû, ew jî birine Izazê.

Malperê da zanîn ku şêniyên bi navê Nîdanl Mihemed û Basil Ebû Imad jî ji aliyê çeteyan hatin revandin.

Malbateke çeteyan 6 xaniyên Kurdekî birin û bazirganiyê pê dike

Li aliyekî din, heman malperê ragihand ku malbateke çeteyan 6 xaniyên Ebû Heval yê Kurd, ji çeteyekî kirî û bazirganiyê pê dike.

Li gorî agahiyan, her malek tenê bi 800 dolarî kirîbû.

Back to top button