Fermandarê Hêzên Sûriya Dermokratîk/QSD Mezlûm Ebdî bi tundî êrîşa duh ya li ser Hewlêrê şermezar kir.
Fermandar Ebdî got:
Em vê êrîşa li ser Balafirgeha Hewlêrê bi tundî şermezar dikin.
Em ji kesê ku jiyana xwe ji dest daye re rehmetê dixwazin û ji birîndaran re rehetbûna lezgîn hêvî dikin.
Endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl jî heman êrîş şermezar kir û diyar kir, armanca vê êrîşê ew e ku Başûrê Kurdistanê di nava rêzegefan de bimîne.