Parlamena Fransî Qanûna Rûbirûbûna Tundrewiyê xist dengdanê

Parlamena Fransayê proje-qanûna bi navê” Xurtkirina Rêgezên Komarê” dixe dengdayînê. 

Îro Parlamena Fransayê li ser vê proje-qanûnê ku berê navê xwe “Qanûna Rûbirûbûna Tundrewiya Îslamî” bû, dengdanê dike.

Ev dengdayîn piştî nîqaşên navbera komîteyeke taybet bi mehekê pêk hat.

Armanc ji vê projeyê, ew e ku bingeheke qanûnî li dijî kirinên terorîst yên li welêt pêk tên, amade bike.

Piştî êrîşên ku dawiya sala par li Fransayê rû dabûn, hikumeta Parîsê bi giranî ji bo tevgera tundrewan kete tevgerê.

Back to top button