Dewleta Tirk şevekî ji nişkîve ji Garê reviya

Erdoganê faşîst ku bi dagirkirina Garê armanc dikir xwe ji kirîza aborî, siyasî ya hûndir xilas bike lê rastî berxwedana gerîla hatin û di Garê de derbeke mezin xwarin û têkçûn.
Dewlea Tirk a dagirker ku şevekî de êrîş kir di şevekî de bi rev li Garê derket.
Hevalê me derbarê serketiya gerîla de raporek amadekiriye em bi hev re temaşe bikin,

Weke ku Fermandarê Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan dibêje,

“gerîla li Garê pozê artêşa Tirk a a dagirker li erdê da.”

Artêşa dagirker bi bombebarana 41 balafirên şer û bi dehan helîkopteran armanc dikir ku Garê dagir bike.

Lê fedaîyên Rêber Apo di Garê de careke din nîşandan ku dagirkirina axa Kurdistanê wisa ne hêsan e.

Gerîla 4 rojan li hember hemû teknîka dijmin, bi berxwedanek bêhempa plana Eroganê faşîts û xulamê wan vala derxist.

Gerîla wisa kir ku dewleta Tirk di dola Siyanê de nikaribe bilive. Hêza ku şer rêvedibir jî di nav de bi dehan leşkerê artêşa dagirker kuşt.

Mirov dikare bêje ku artêşa dagirker di Garê de têkçûyîna 2’emîn a Zapê jiyan kir.

Derveyî revê ji artêşa dagirker re rê nema. Ji xwe wisa jî kirin.

Dewleta Tirk a dagirker di şevekî de ji nişkîve ji Garê reviya.

Artêşa dagirker ji bo têkçûna xwe binixûmîne, serî li berovajîkirina rastiyan da.

13 leşker, polîs, endamê Mîtê ku weke dîlên şer ku di destê PKK’ê de bû weke sivîl nîşanda û diyar kir ku PKK’ê wan kuştiye.

Lê ti kesî ji vê yekî bawer nekir. Heta ku Amerîkaya ku tiliya wî di êrîşa li ser Garê de heye jî diyar kir ku derbarê kuştina 13 kesan ji aliyê PKK”ê ve di destê wan de di agahî nîne.

Ev daxuyaniya rayedarên Amerîkayê Erdogan gelek aciz kir.

Desthilatdariya Tirk ji bo pêşî nerazîbûnên navxweyê ya li dijî Têkçûyîna Garê bigrin li dijî HDP’ê operasyona qirkirina siyasî dan destpêkirin û zêdeyî 700 kesî binçavkirin.

Erdogan niha çibike nema dikare vê têkçûna xwe ya li Garê veşêre.

Herkes jî dizane ku Erdogan bi vê êrîşa li ser Garê armanc dikir ku xwe ji kirîza aborî, siyasî ha di hûndir xilas bike.

Ji ber wê jî behsa mizginiyekê kir.

Lê Gerîlayên Tevgera Azadiyê mizginiya Erogan di qirika wî de hişt.

Back to top button