TIFAQA KURDISTANÎ: EM Ê 31’Ê ADARÊ BERSIVÊ BIDIN DIJBERÊN XWE

Hilbijartina Herêmî ya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nêz dibe , pê re jî xebatên HDP’ê zêde dibin.
Rojane Hevserokên HDP’ê serdana gel dikin , civînan li dar dixin û di gerên xwe de bi coş ji aliyê gel ve tên pêşwazîkirin.
Pêkhateyên îtîfaq partiyên kurd gotin ew ê di 31’ê Adarê de bi ser bikevin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û şandeya Îtîfaqa Partiyên Kurd di çarçoveya xebatên hilbijartina xwecihî de bi hev re çûn navçeya Qosera Mêrdînê.

Sezaî Temellî û şandeya pê re bi girseyî hatin pêşwazîkirin.

Temellî li vir xîtabî deh hezaran kir û got:

“Mêrdîn xwedî axa herî bixêr û ber a Tirkiyê ye.

Van ev ax ziwa kir.

Bi polîtîkaya şaş çandinî qedandin.

Pêkhateyên îtîfaq partiyên kurd jî gotin ew ê di 31’ê Adarê de bi ser bikevin.

BERDEVKÊ HDP’Ê: DEV JI DIJMINAHIYA GELÊ KURD BERDIN

Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist.

Saruhan Oluç da zanîn ku qewimandinên têkildarî ewlehiya hilbijartinê gihîştiye asta aciziyê û got:

“Hevkariya Wezîrê Karê Hundir û Wezîrê Parastinê, ewlehiya hilbijartinê dixe xetereyê.

Her çiqas me îtîraz kir jî lê îtîrazê me red kirin.”

Oluç diyar kir ku Serokkomar Erdogan bi awayek vekirî heqaretê li gelê kurd û hilbijêrên HDP’ê dike û got:

“Dev ji îstîsmarkirina dîn û dev ji dijminahiya gelê kurd berdin.

Werin em aboriyê biaxivin.”

HDP’Ê JI BO TEVLÎBÛNA MÎTÎNGA ÊLIHÊ BANG KIR

Rêxistina HDP’ê ya Êlihê, gel vexwend mîtînga ku sibe bi tevlîbûn Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî ya li Qada Newrozê were lidarxistin.

Leave a Reply

Back to top button