LI Çadê civîna G5..Lîderên 5 welatan ji bo rewşa li Sahel civiyan

Li paytexta Çad Ncamena civîna G5 ya Sahelê ji bo 2 rojan pêk tê.
Di civînê de mijara sereke kêmkirina hêzên Fransî li herêmê ye.

Civîn bi beşdariya lîderên Bûrkîna Faso, Malî, Çad, Nîjer û Morîtanya despê kir.

Serokê Çadê Idrîs Deby Itno di axaftina xwe ya çapemeniyê de işaret bi zehemtiyên civînê kir û wiha got.

Bêhêvîbûna ji ber rewş heyî, hejariya ku vîrûsa Corona bi xwere dayî avakirin û gefên terorî heye.

Van hişt ku reşa heyî hîn fikaran zêdetir bike.

Serokê Çadê anî ziman ku divê ji bo rakirina gefa terûrê jî xebatek zêde were kirin û hêviya wan ya ji bo vê yekê jî heye.

Ji ber vê yekê ev serferberiya ku welatên G5 yên Sahelê dayî despêkirin divê ji aliyê qada navnetewî ve piştevaniya wê were kirin.

G5 ji welatên Bûrkîna Faso, Çad, Malî, Morîtanya û Nîjer pêk tê.

Back to top button