Kremlîn bertek nîşanî gefên YE û DYA yên li dijî Moskova da

Ava di navbera Rûysa, DYA û YE de hîn germtir dibe.
Li dijî gefên Ewropa û Amerîka yên ferzkirina cezayan li ser Rûsya, Berdevkê Kremlînê daxuyaniyek da û ev gef bi manyakî binav kir.

Dmitriy Peskov derbarê mijarên di rojevê de li paytext Moskova bersiva pirsên rojnamevanan da.

Peskov têkildarî gefên welatên rojava ya cezakirina Rûsya wiha got:

Mixabin hem daxuyaniyên cezakirinê yên ku ji Bruksel û DYA derdikevin bi manyakî ne û vê yekî jî bi israr dikin.

Peskov anî ziman ku ew ji rewşa heyî ne rehetin û ji bo çareseriyê jî rêya dilayogan esas digrin.

Ev gef û êrîşên bivî awayî dihêlin ku em hertim di seferberî û amadebaşiyê de bin.

Peskov Amerîkya ya ku di aliyê aborî de li seranserê cihanê di rêza yekem de ye, bi hewildanên derxistina tevliheviya nava welatan tewambar kir.

Hêjayî gotinêye, piştî rêveberiya Pûtîn, dîplomatên Alman, Swîsre û Polonya dersînor kir di navbera Moskova û van welatan de alozî derketibû.

Welatên YE li dijî vê yekê bertek nîşan dabû û xwestibû tundiya ku mafê xwepêşandêrên ji bo serokê mixalîfan Aleksey Navalny daketina qadan were parastin.

Back to top button