Desteya Perwerde û Hîndekatiyê ya herêma Cizîrê bi hevkariya ajansa Amerîkî ya geşepêdana navdewletî 4 dibistan li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo vekirin.
Li gundê Dugir, Kundur, Xerab Xoy û Borseîd ên Amûdê bi merasîmekê hatin vekirin.
Hevserokê desteya perwerde û hînkariyê, endamê Bernameya Karûbarên Bingehîn li Sûriyê di merasîmê de hazir bûn.
Di merasîm de Hevserokê Desteya perwerdê û fêrkirinê Mihemed Salih Ebdo sipasiya ajansa Amerîkî ya geşepêdana kir û got” me soz da wan ku em xizmetên sereke ji bo nûkirina dibistanê li herêmê pêşkêş bikin .
Hevserokê Desteyê destnîşan kir ku ew 7 dibistanên din li herêma Qamişlo û Amûdê nû dikin.
Her wiha Endamê Meclisa Mala Êzdî Ilyas Sîdo ji bo vekirina van 4 dibistana sipasiya ajansa Amerîkî ya geşepêdana kir û anî ziman ku zanist bingeha her civakê ye ji vê yekê diviya be em baldariyê bidin perwerde û cihê wê.